Yekitiya Jinên Kurdistana Suriye ji bo malbatê neçar alikariya Tibbî peydakirin

Yekitiya Jinên Kurdistana Suriye ji bo malbatê neçar alikariya Tibbî peydakirin

Rojava News: Baskê Dirbêsiyê yê Yekitiya Jinên Kurdistan a Suriye li gel  doktorê dirbêsiyê  hewlek dan û da karibin alîkariya tibbî bighînîn malbatên di aliyê aborî de neçar  ku  karibin kontrolê xwe bikin û xwe derman bikin bitaqê belaş belavkirin.

 

Lejneyek ji  Yekitiya jinan serdana doktorên bajar kirin da alikari bidin xelkê ji aliyê aborî ve neçarin. Doktorên Dirbêsiyê jî bi vî karê bi rumet dilxweşbûn, û ji bo hewla jinan di aliyê tendurîstî spasiya xwe jî pêşkeşkirin.

 

Ji aliyê xwe ve Yekitiya Jinên Kurdistana Suriye  ji bo vî karê bi sud û rumet  spasiya doktoran kirin û gotin em hêvî dikin ev wek gavake yekemin bê ji bo ku  li demê peş hîn bêtir karên bi rengî bi rumet bêne kirin.

 

Sinem Bakir