RojavaNews :Piştî vêketina şoreşa Sûriyê, ku keta sala xwe ya pêncemîn de û heta niha ti serkeftin nehatine bidestxistin, tenê koçberî, kuştin û îşkence çêbûye.
Ciwan hemû bûne peneber û hêviya gelekan ji wan vegera welat.
Elaa Mihemed li Hewlêrê ji rojnameya Kurdistan re got: Jiyana ciwanên Kurd berî ku şoreşa Sûriyê destpê bike jiyaneke xerab derbas dikirin ji aliyê tunebûna kar û zehmetyên jiyanê, lê dema şoreş vêket wan dest bi xwepêşandana kirin û doza azadî û wekheviyê kirin, û ev şoreş di gelek qonaxan re derbasbû, lê dema şoreş ket warê çekdarî de, xelk gelek zirar dîtin nexasim ciwanan, ev ciwan koçber û penaber bûn."
Elaa berdewam kir û got:" Ez weke ciwanekî Kurd hêviya min ew e ku miletê me yê Kurd bighêje armanca xwe û ciwanên me vegerin welat
