Rojava News: Balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniya navdewletî li Eniya Rojavayê Dîclê li Mûsilê baregehên DAIŞê dan ber bombeyan.
Fermandariya Hêzên Zerevanî ya Dihokê di daxuyaniyekê nivîskî de ragihand, duhî şev balafirên şerî şerî yên hêzên hevpeymaniya navdewletî li Eniya Rojavayê Dîclê, baregehên DAIŞê yên li ser rêya di navbera Mûsil û Keskê kirin armanca xwe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ti çekdarên DAIŞê ji wê bombebaranê sax ne filitîn.
Li gorî daxuyaniyê balafirên hevpeymaniyê zêdeirî 20 fuxeyan avêtin li ser baregehên DAIŞê û di encamê de 5 baregeh hatin rûxandin.
Ji aliyê din ve Artêşa Amerikayê jî ragihand balagirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, 33 êrîşên din li ser cih û baregehên DAIŞê, li Iraq û Sûrîyê pêkanîn û zîyanên mezin gihandin rêxistinê.
Hat ji wan êrişan 23 caran cihên Daişê, li Iraqîê û Herêma Kurdistanê li Ritbe, Bêcî, Hedîse, Kerkûk, Mûsil, Mexmûr, Şingal û Keskê dan ber bombeyan.
Hat destnîşan kirin ku ew 10 êrişên din li sînorê Hesekê, Kobanî û Helebê hatine kirin û di wan êrîşan de zirer gihîştiyê DAIŞê.
