DAIŞê dîsa çekên kîmyayî avêt Pêşmerge

DAIŞê dîsa çekên kîmyayî avêt Pêşmerge

Rojava News: Çekdarên DAIŞê careke din çekên kîmyayî li hember Hêzên Pêşmerge bikar anîn.

 

Alîkarê Fermandarê Hêza 73 ya Bêtwate ya Hêza Spîlk, Îsmaîl Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din saet 20:20, li eniya Tilsqofê ya nêzîkî navçeya Tilkêfê ya Mûsilê, çekdarên DAIŞê bi çekên katyoşa li çeperên me dan, ku tenê 2 km çeperên wan ji yên me dûr in.”

 

Îsmaîl Qadir wiha got: “Piştî ku ew çek evêtin me, bêhnek pîs û nexweş hat me, piştre me dît rewşa tendirûstiya pêşmergeyan têk çû. Hinek ji wan çavê wan dişewitî, serê hineka ji wan dêşiya û hinek ji wan hinav û zikên wan dêşiya û vedirşiyan.”

 

Wî efserê Pêşmerge wiha domand: “Dema me hest bi wê yekê kir, me fermandarên xwe agahdar kirin, wan jî ji me re gotin ku çekdarên DAIŞê çekên kîmyayî bikar aniye û ji me re gotin ku em çi bikin. Piştre ambolans ji me re şandin bo veguhestina pêşmergeyan bo nexweşxaneyê.”

 

Beriya niha jî çekdarên DAIŞê bi katyoşa li çeperên wan dane, lê wek Îsmaîl Qadir got: “Li vê deverê ti carî wek niha madeyên kîmyayî di guleyên wan de nebûye, ji ber ku piştî lêdana mebi demeke kurt, me hest bi bêhneke dijwar wek bêhna gazê kir.”

 

Alîkarê Fermandarê Hêza 73 ya Bêtwate ya Hêza Spîlk wiha domand: “Nêzîkî 20 Pêşmerge rewşa wan a tendirûstiyê têk çûye û li nexweşxaneyê diyar bû ku bi rastî ew madeya ku rewşa wan têk biriye, jehrî ye, lê niha rewşa wan baştir bûye.”

 

Destpêka vê mehê, fermandarên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li Guwêr û Mexmûr esker kirin ku, wek cara yekê, çekdarên DAIŞê li eniya wan 45 guleyên hawenê avêtin ser çeperên Pêşmerge, ku madeyên kîmyayî li xwe digirtin.

 

Li gorî ew pişkinînên ku ji aliyê tîmên pispor li welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê pêk hatine, diyar bûye ku ew madeyên kîmyayî, gaza klorê bûye.

 

Piştî belavbûna raporeke televîzyonî bi rêya Rûdawê berpirsê pilebilind ê hevpeymaniyê, General Kevîn Kêlya ragihand: “Li gorî encamên destpêkê, çekdarên DAIŞê li dijî Hêzên Pêşmerge madeya xerdel bikar anîne.”

 

Herwiha roja Duşema borî (17 Tebaxê) Wezîrê Derve yê Swêd Markot Walstrom ragihand: “Hest bi dilgiraniyeke mezin dikim, ku çekên kîmyayî li dijî Hêzên Pêşmerge bikar hatin, ku pêwîst e ev kar li ser asta navdewletî were şermezarkirin.”