Rojava News: Tirkiyê deriyê sînorî yê Esender-Sêro yê di navbera Colemêrg (Bakur) û Ormiye (Rojhilat) girt.
Hikûmeta Tirkiyê ragihand ku ji ber sedemên ewlehiyê, deriyê sînorî yê Esendere-Sêro bi awayekî demkî tê girtin.
Beriya girtina deriyê sînorî yê Esendere-Sêroyê, gerîlayên PKKê li ser rêya Gever û Esendereyê pirek teqandibûn.
Beriya niha jî Îranê deriyên sînorî yên Bazirgan-Îdir û Razî (Rojhilat) – Heretêl (Bakur) bi hêcetên ewlehiyê girtibû.
