Li Şengalê şer dijwar bû; 20 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin

Li Şengalê şer dijwar bû; 20 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin

Rojava News: Li Şengalê şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞ’ê de dijwar bû. DAIŞ’ê bi topên hawan û ji erdî êrîşê Pêşmergeyan kir. Hêzên Pêşmerge jî bi tundî bersiv da. 20 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.

 

Li Şengalê Hêzên Pêşmerge êrîşek din ê DAIŞ’ê pûç kir. Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed bo BasNewsê ragehand: ”Îro serê sibê rêxistina terorîstî ji çend aliyên Şengalê ve topên hawanan avêtin Hêzên Pêşmerge. Hêzên Pêşmerge jî bersiva vê êrîşê da û hê jî pevçûn berdewam in.”

 

Mihemed diyar kir ku di pevçûnan de kuştiyên terorîstan gelek in. Mihemed herwiha da zanîn ku birîndarên Pêşmergeyan jî hene.

 

Derbarê mijarê de Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şengalê Haşim Siteyî ji maplera KDPinfo re ragehand ku çekdarên DAIŞ’ê li Qelaya Smail Begê li naverastê Şengalê êrîş kiriye û Pêşmergeyên Kurdistanê jî bi tundî bersiv daye û di encama şer de 20 çekdarên vê rêxistinê hatine kuştin.

 

Siteyî da zanîn ku di dema pevçûnê de firokeyên hevpeymanan jî çeperên DAIŞ’ê bombebaran kiriye.