‘Li ser sînor 9 kes hatin qetil kirin, 135 hatin îşkencekirin’

‘Li ser sînor 9 kes hatin qetil kirin, 135 hatin îşkencekirin’

Rojava News: Li gor hatiye zanîn li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê gelek welatiyên  herêma Rojava rastî tundiya cendermeyên Tirk tên. Li gor raportek ku li ser destê  Rêxistina mafê Mirovan Efrînê hatiye belavkirin;  tenê di van demê dawî de 114 bûyerên îşkenceyê li ser welatiyên Rojava  û 9 bûyerên kuştina welatiyan ru daye.

 

Hat zanîn; Welatiyên Efrînê dema di sînorê navbera Rojavayê Kurdistan û bakurê Kurdistan de derbas dibin yan jî li wan nêzîkane tuşî gelek işkence u kuştina bi destê cendermeyên Tirk dibin.

 

Li gorî encamê raporta Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ji sala 2014’an û heta niha 9 welatiyên Rojava li ser sînorê Bakurê Kurdistan Hatine kuştin û 135 buyerên işkenceyê jî hatine tespitkirin.

 

Ev buyer jî bêtirî xwe li ser gundê  Bêge, Şengal, Merwaniye û Hemamê pêk hatine.

 

Sînorê Efrînê û Bakurê kurdistanê bi hevdure  130 kîlometran dirêje. Sînor ji gundê Mele Xelîl ê Cindirêsê dest pê dike û heta gundê Qestel Cindo ê navçeya Şera diçe. Sînorê Efrînê  bi Sûriyê ye re ji gundê Mele Xelîl û heta gundê Qestel Cindo ji aliyê Sûriyê bi dirêjbûna 80 kîlometreyan jî di bin destê terorîstên El-Nusra de ye.

 

Li gor agahiyên ji herêmê hatiye zanîn gelek caran leşkerên Tirk agir bi zeviyên welatiyan dixin.

 

Di 19’ê gulana 2015a  leşkerên Tirkiyê li herêma sînor a navçeya Raco ya Efrînê ku bi navê Deşta Şadiya tê naskirin hate şewitandin, welatiyan mudaxele kir û agir vemirandin. Di wê rojê de agir bi 130 hektar zeviyên welatiyan ket.

 

Di 30’ê gulanê de leşkeran agir bi deşta Yenzeliq a navçeya Şiyê jî xist, di encamê de 40 hektar zeviyên welatiyan hatin şewitandin, welatiyan ji rêxistinên mafê mirovan xwest ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dawî li kiryarên bi vî rengî bînin. Tu kesî mudaxele ne kir û kiryarên leşkeran hate niha berdewam dike.

 

Ji ber ku teroristên  El-Nusra ambargo li ser Efrînê ferz kirin. Ji ber vê yekê welatî bi armanca pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin berê xwe didin sînorê Bakurê Kurdistnê da ku pêdiviyên xwe yên jiyanî, wekî derman, şîrê zarokan û hwd peyda bikin.

Ji sala 2012’an û vir welatî berê xwe didin sînor. Ji sala 2012’an û vir ve welatî ji aliyê leşkeran ve rastî  tundî û îşkencê tên, leşkerên Tirk welatiyan dikujin, îşkence dikin û gefan li wan dixwin.