Rejîmê bo cotkarên Dirbêsiyê pere şand

Rejîmê bo cotkarên Dirbêsiyê pere şand

11:56:29 AM

Rojava News: Hikûmeta Sûriyê, pereyên firotina berhemên çandiniya îsal şande banka çandiniyê ya bajarê Dirbêsiyê.

 

Birêvebirê banka Dirbêsiyê ya çandiniyê ji bo ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku 250 milyon lîreyên Sûriyê weke beşê 7em ji wan re hatiye û dê bi ser cotkarên wî bajarî de parve bikin.

 

Beriya niha jî banka çandiniyê ya Dirbêsiyê milyarek û 600 milyon lîreyên Sûriyê pereyê berhemên îsal ên Rojavayê Kurdistanê bi ser 950 cotkaran de parve kiribû.

 

Tevî ku bajarê Dirbêsiyê di bin kontrola PYD de ye, lê heta niha jî dezgehên fermî yên hikûmeta Sûriyê weke berê karên xwe dikin.