RojavaNews :Şivan Perwer bi riya nameyekê daxwaz ji xelkê Rojavayê Kurdistanê kir ku Rojavayê Kurdistanê vala nekin.
Nameya hunermendê kurd ê navûden Şivan Perwer bi riya Rûdawê belav bû ku têde behsa girîngiya mana kurdan li Rojavayê Kurdistanê û dibêje: “ Rojavayê Kurdistanê bi xêr û bêr e û dewlemend e.”
Şivan Perwer ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Ez weke hunermendê we hêvî dikim hûn dest ji welatê xwe bernedin.”
Herwiha Perwer daxwaz ji siyasetmadarên Rojavayê Kurdistanê kir ku bi hev re alîkar bin û hevdû qebûl bikin û li berjewendiyên giştî yên Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û kar bikin.
