Rojava News :Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî DAIŞê duh bi dijwarî navendên DAIŞê li sînorê navçeya Xurmatu ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Hat zanîn ku duh balafirên şer ên hevpeymanan li navçeya Xurmatu ya li başûrê Kerkûkê dest bi operasyonên esmanî li dijî terorîstên DAIŞê kirin.
Berdevkê Lîwaya 16 a Bejayî ya girêdayî Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê, Rêkewt Mihemed ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymanan duh baregeh, çeper û navendên leşkerî yên DAIŞê li mêhwera Xurmatu dikin armanca xwe.”
Rêkewt Mihemed got: “Balafirên şer navendên DAIŞê li gundên Elbûnecim, Til Bosel û Elbozerge li başûrê bajarokê Daqoq bomebaran kirin.”
Derbarê hejmara kuştî û birîndarên DAIŞê de jî, Rêkewt Mihemed da xuyakirin, heta niha ti agahiyên fermî û piştrastkirî derbarê vê yekê de negihîştine wan.
