Rojava News: Li Kobanî doh grubek ji çekdarên rêxistina terorîstî yê DAİŞê avête ser hin gundan û 30 kes revandin.
Çawkaniye keteybet ji Kobanî ji Radyo Rojava News re got: Çekdarên Devleta îslamî ya Terorist DAİŞê avête ser gundê derdora Kobanî Kun Heftar, Qolane, Qeralî, Qolana Misofle ji Jin û zilaman 30 kes revand.
Çawkaniya teybet Got; ji gundê Qolana Qer alî ji Malbata Xidir Hoşî 2 zilam li gel hemû kes û karê xwe birin.
Ji gundê Qolana Misofle Haci Miso, Şexê Miso û Şerif Miso tevlî zarokan ve 14 kes li 3 otomobilê Pikap revandin.
Rehsi Spiyê gundê Qeralî û keça wî, trektora wî, ji Gundê Şexo Hamo jî Kadîr Hemo û hewjina wî li gel otomobîla toyota, ji Gundê Kun Heftar Ahmed Hemit û 4 zaroyê wî li gel trektora çandinînê birin.
Hemen çawkaniyê got; Dema ku DAİŞ derbasî wan gunda bû, gundiya hewara xwe birin YPGê ku li gundê Çekor li Rojhilatê Kobanî bun, lê ta ku gundî birin jî bi hewara wa ve nehatin.
Heman çawkani got; Piştî ku gundî revandin YPGê hat gel gundiyan û got we çima şerê DAİŞê nekiriye.
Hemen demê balkeşand ser wê yekê ku ji berî du rojan YPGê li nav heman gunda teftîşa çeka kiribu.
Li gor zanyariyên dawî gundiyên wan gunda barkir û berbi Kobanî ve çûn.
