Dengê Girtiya: kiryarên PYD li dijî rêkeftinên mafên mirova yên cîhanî ye

Dengê Girtiya: kiryarên PYD li dijî rêkeftinên mafên mirova yên cîhanî ye

RojavaNews :Rêxistina Dengê Girtiya duh daxuyaniyek derbarî girtina xortên kurd ji aliyê PYDê ve belav kir û tê de  hatiya "ji ber zêdbûna girtina ciwanên kurd li kurdistana Sûriyê ji aliyê PYDê ve me daxwaz ji rêxistinên yasayê yên bi ser partiya navborî kir ku ji PYD re bêjin ku van kiryarên xwe yên dijî rêkeftinên parastina mafên mirova yên cîhanî rawestînên, lê ew daxwaz me bê encam bû".

Di berdewamiya daxuyaniyê Rêxistina Dengê Girtiya ragihandin" :Jêderên me tekez kirin ku Ciwanê Kurd yê bi navê Azad Eco ku niha di zîndanên Partiya PYDê de ye dest bi girava birçîbûnê kir ji ber girtina wî ya bê sedem û em careke din daxwaz ji rêxistinên yasayê yên bi ser partiya PYDê ve dikin ku ew ji Asayişa xwe re bêjin ku Azad dadgeh bikin û tometa wî ji malbata wî re diyar bikie".

Nalîn Hesen