RojavaNews :Wezîrên Derve û Bergiriyê yên welatê Norwêjê gihîştin Hewlêrê û dê ligel berpirsên Herêma Kurdistanê bicivin.
Îro Duşemê, bi rêya Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî, Wezîrê Derve Borge Brende û Wezîra Bergiriyê ya Norwêjê Ine Soreide hatin Başûrê Kurdistanê.
Li gorî bernameya ku hatiye danîn, biryar e herdu wezîr ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicivin.
Wezîrên Norwêjê beriya Hewlêrê serdana Bexdayê jî kirin û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoyê Selîm Cibûrî û Wezîrê Derve Îbrahîm Ceiferî civiyan.
Wezîrê Derve yê Norwêjê Borge Brende li wir ragihand: “Emê 20 milyon dolar wek alîkariyên mirovî pêşkêşî Iraqê bikin.”
Ji aliyê leşkerî ve jî, Norwêjê biryar daye ku leşkerên Iraqê perwerde bike, lê behsa dana çekan nekiriye.
12:53:19
