RojavaNews :Komek jinên çiyavan ên Rojhilatê Kurdistanê derketin ser bilindtirîn çiyayê Îranê yê bi navê çiyayê Demavend.
Li gorî malpera bi navê “ziryan.ir” ku destûra fermî ji hikûmeta Îranê wergirtiye û nûçeyên Rojhilatê Kurdistanê bi zimanê farsî belav dike, grûpa çiyavaniyê ya bi navê “Lawîn”, ku ji komek jinên bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye, derbasî ser çiyayê Demavendê yê Îranê bû.
Li gorî nûçeyê, ew jinên kurd bi helkefta “Roja Keçan” çalakiya han pêk anîbûn.
Wan jinên kurd li ser çiyayê Demavendê pankardek vekirin ku bi kurdî li ser pankardê wiha hatibû nivîsandin:
“Jiyan dan destê jinê, jinê jiyan kir helbest û azadî”.
Hat gotin ku tîma çiyavaniyê ya Lawîn dê derkeve ser çiyayê Agirî jî.
Çiyayê Demavendê li nêzîkî bajarê Tehranê ye û bilindahiya wî çiyayî jî 5 hezar û 671 metre ye.



13:20:32
