RojavaNews :Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokraîk (PYD) Salih Muslim dibêje, ew naxwazin ji Sûriyê cuda bibin û ew beşekî ji wî welatî ne.
Hevserokê PYDê Salih Muslim di daxuyaniyekê de ji Sputnik News a Tirkiyeyê re diyar kir, navçeya aram ya ku tirkiyê dixwaze ava bike, ji aliyê kesekî ve nayê qebûlkirin û ji xwe hêzên herêmê ji vê yekê ne agahdar in, ne kurd, ne ereb û ne jî tirkmanên wê deverê qebûl nakin ku navçeyeke aram were avakirin.
Salih Muslim anî ziman heger “herêma aram” bi awayekî yek alî ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk were tê wateya dagîrkirinê.
Li ser pêwendiyên PYD û Sûriyê jî Muslim got, cudabûna ji Sûriyê ne armanca wan e, jixwe sîstema ku wan avakiriye beşeke ji Sûriyeya paşerojê ye û dikare bibe nimûne û li temamê Sûriyê were avakirin. Muslin herwiha got, ji xwe ew beşek ji Sûriyeyê ne.
22:12:08
