Rojava News: Ji ber rewşa xirab a pêdawîstiyên jiyanê bi taybet av û kehreba û herwiha dereng ketina mûçeyan, zarokek 4 salî dengê nerazîbûna xwe bilind kir û di torên civakî yên Başûrê Kurdistanê de wek sembolek ketiye rojevê.
Keçeka ji Başûrê Kurdistanê bi navê Nima Nerîman ku di temenê 4 saliya xwe de ye, di nava torên civakî yên wek Facebookê de li Başûrê Kurdistanê deng vedaye û niha gelek navdar bûye û gotinên wî bûne rojeva xelkê.
Nima Nerîman li ser hesaba xwe ya Facebookê ku ew 10 roj e vekiriye û hejmara ecibadinên rûpela wî gihîştiye 44 hezar kesî, vîdeyoyên xwe belav dike ku tê de rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê digre û ji ber nebûna av, kehreba û pêwîstiyên din ên sereke yên jiyanê gazindan li rayedarên Başûrê Kurdistanê dike.
Nima di vîdeoyên xwe de bi kenî û henekên xwe behsa rewşa kehreba, avê û derengketina mûçeyên xelkê dike û peyamam dide hikûmetê.
Herçiqas temenê Nima gelek kêm e û tenê 4 salî ye, kê ji ber hebûna wan giriftên dabînkirina pêwîstiyên jiyanê û kirîzên din ên siyasî li Başûrê Kurdistanê, gotinên wê bûne rojeva xelkê û nexweşiyên jiyanê ji bîra xelkê birine û gel bi xwe ve mijûl kiirye.
Ji aliyekê din ve hinek kes rexne li malbata keça kurd, Nima digrin ku di temenekê wisa kêm de keça xwe tevlî siyasetê û mijarên wisa kirine û wê yekê li dijî mafê zarokan dibînin.
Malbata Nima jî, ji ber daxwazên hezkirî û alîgirên wê di torên civakî de rastî giriftan bûye, ji ber ku xelk berdewam tiştên nû û mijarên nû ji wê keça kurd daxwaz dikin.
