Devleta Tirk bi tankan ket devera Geverê

Devleta Tirk bi tankan ket devera Geverê

 

Rojava News: Li Gevera Colemergê tîmên taybet bi tankan êrîşî taxên Orman, Yeşîldere Mezarlik û Dizê yên ku ji aliyê hêzên parastina cewherî ve tên parastin kirin.

 

Li navçeya Geverê ya Colemergê bi rojan e ji ber polîtîkayên şerê topyekun ê AKP'ê gengeşî heye. Tîmên taybet bi tankan êrîşî taxên Orman, Yeşîldere Mezarlik û Dizê yên ku ji hêzên parastina cewherî ve tên parastin kirin. Leşker û polisên bi wesayîtên zirxî ketin nava taxan bi bersiva hêzên parastina cewherî rû bi rû man. Li taxan di navbera hêzên parastinê û hêzên dewletê de pevçûn derket.

 

Her wiha ji Fermandariya Cendermeyan a Geverê hawanek li taxa Ormanê ket. Hewana ji hêla leşkeran ve hat avêtin li ber malekê ket û zirara madî çêbû.

 

Pevçûna li navçeyê hêj didome.