Kerkuk: Agir bi 30 çekdarên DAIŞê xistin

Kerkuk: Agir bi 30 çekdarên DAIŞê xistin

Rojava News: Balafirên şerê ên hevpeymaniya navdewletî cih û navendên DAIŞê li derdora bajarokê Daquqê yê başûrê Kerkûkê dan ber bombeyan û 30 çekdarên wan kuştin.

Bajarokê Daqûq 40 km ji aliyê başûr de dûrî bajarê Kerkûkê ye. Di çend rojên borî de jî balafiran dîsa li wan çekdaran dabû.

 

Operasyonên asmanî yên Amerîka û hevpeymaniyê navdewletî piştî nêzîkbûna çekdarên DAIŞê ji Hewlêrê dest pê kirin.

 

 

Piştî girtina bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê û nêzîkbûna wan çekdaran ji bajarê Hewlêrê ve, Serokê Amerîkayê Barack Obama şeva 7ê Tebaxa par di gotarekê de ragihand ku Hewlêr li cem wan xeta sor e.

 

Obama wê demê ragihand ku hêzên asmanî yên Amerîkayê dê beşdar bin di şerê li dijî DAIŞê de û piştî wê gotarê, 18ê mehê yekemîn êrişa asmanî ya balafirên Amerîka û hevpeymaniyê li dijî DAIŞê li Mexmûrê pêk hat.