Kurdistan, Iraq û Sûriye: 20 êriş û ziyan mezin in

Kurdistan, Iraq û Sûriye: 20 êriş û ziyan mezin in

 

10:31:00

 

Rojava News: Di nava 24 saetên borî de, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka 20 operasyonên asmanî li dijî DAIŞê li Kurdistan, Iraq û Sûriyê pêk anîne û ziyanên mezin gihandine wê rêxistinê.

 

Odeya operasyonên hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand: “DAIŞ di nava 24 saetên borî de, li Kurdistan, Iraq û Sûriyê 20 caran rastî operasyonên asmanî hatine û gellek ziyanên canî û madî dîtine.”

 

Li gorî wê daxuyaniyê, balafiran li Iraqê 12 operasyon li dijî çeper û navendên DAIŞê li Rumadî, Mûsil û Bêcî pêk anîne û di encamê de gellek çek û otomobîlên wan têk birine, herwiha gellek çekdarên wan kuştine.

 

Herwiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê  jî, balafirên Amerîka û hevpeymaniyê li nêzîkî Hesekê, Kobanî û Heleb û derdora wê 8 êriş pêk anîne û gellek ziyanên madî û canî gihandine DAIŞê, herwiha 3 navendên wan li Helebê wêran kirine.

 

Operasyonên asmanî yên Amerîka û hevpeymaniyê navdewletî piştî nêzîkbûna çekdarên DAIŞê ji Hewlêrê dest pê kirin.

Piştî girtina bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê û nêzîkbûna wan çekdaran ji bajarê Hewlêrê ve, Serokê Amerîkayê Barack Obama şeva 7ê Tebaxa par di gotarekê de ragihand ku Hewlêr li cem wan xeta sor e.

 

Obama wê demê ragihand ku hêzên asmanî yên Amerîkayê dê beşdar bin di şerê li dijî DAIŞê de û piştî wê gotarê, 18ê mehê yekemîn êrişa asmanî ya balafirên Amerîka û hevpeymaniyê li dijî DAIŞê li Mexmûrê pêk hat.

 

Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî êrişa DAIŞê li ser bajarê Kobanî, li ser daxwaza Herêma Kurdistanê, Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li wir jî dest bi lêdana DAIŞê kirin û roleke mezin di derxistina DAIŞê ji Kobanî û herêma Girê Spî de dîtin, herwiha niha jî li Rojava alîkariya hêzên kurdî dikin.