Ferhengek bi zimanên kurdî-farsî-înglîzî hat çapkirin

Ferhengek bi zimanên kurdî-farsî-înglîzî hat çapkirin

10:36:36

Rojava News: Li Rojhilatê Kurdistanê, ferhengek bi sê zimanên kurdî, farsî û înglîzî hat çapkirin.

 

Ferhenga bi navê “Kurdistanîka”, ku bi sê zimanên kurdî, farsî û înglîzî hatibû amadekirin, hat çapkirin.

 

Ferhenga han ji aliyê nivîskarê kurd Elî Coşenî ve û di heyama 15 salan de hatiye amadekirin û weşanxaneya “Mang” jî çap kiriye.

 

Tevahiya karên dîzayn, sererastkirin (edit) û taypkirina Kurdistanîkayê ji aliyê Coşenî ve hatiye kirin.