10:44:33
Rojava News: Di nava du salên dawîn de dê û bavê 316 zarokên ku emrê wan di bin 18 salî de ne, serî li şaxên ewlekariyê dan û gilî kirine û gotine ku PKKyê zarokê wan derxistiye çiyê.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji jêderên ewlekariyê berhev kir, di navbera 22yê Tebaxa 2013an û 31ê Rêbendana 2013 an de dê û bavê 37 zarokan serî li şaxên ewlekariyê dan û gotin ku zarokê wan bi destê PKKyê hatin revandin. Zarokên ku emrê wan di bin 18an de ne jê 11 keç û 26 kur in.
Sala borî jî malbatên 205 zarokan serî li ewlekariyê dan ku rêxistina terorê PKKyê zarokê wan revand çiyê. Ji van zarokan 151 kur, 54 jî keç bûn. Îsal jî heta 22yê tebaxê malbata 74 zarokan muracatê ewlekariyê kirin wekî ku PKKyê zarokên wan derxist serê çiyê.
Bi vî hawî di navbera 22yê tebaxa 2013 û 22yê tebaxa 2015an de malbata 316 zarokan serî li şaxên ewlekariyê dan wekî ku PKKyê zarokên wan revand serê çiyê. Ji van zarokan jê 228 kur, 88 jî keç in.
Sala borî hejmara kesên ku bi destê PKKyê hatin revandin biqasî hezarekî bûn, îsal jî heta 22yê tebaxê 350 kes hatin revandin.
Ji hêla din di nava 20 mehên dawîn de malbatên 279 zarok û 171 mezinan serî li hêzên ewlekariyê dan wekî ku zarokên wan bo serê çiyê hatin revandin.
Li Sûriyê jî rewş eynî ye
Li gorî rapora sala 2014an a Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî, li Sûriyê YPG zarokên ku emrê wan di bin 18 salî de ne an li noqteyên kontrolê an jî li eniyan wekî şervanan tên bikaranîn.
