Besirma: “Rewşa xirap ta demekê ne diyar berdewame”

Besirma: “Rewşa xirap ta demekê ne diyar berdewame”

11:11:39

 

 

Rojava News: Rêvebirê Dezgeha UN ya Iraqê li serdanâ kempa Basirma ya penaberên Rojava  li Hewlerê  de û daxuyand;   “Dê rewşa penaberên Surî ber bi xirabûnê ve biçê, jiber ku zêde li ser pirsgirêk û kêmbuna tişta nayê sekinandin û rewş hatiye piştguh kirin”

Doh demjimêr 2 yê nêvro Endama Dezgeha TDH Mihemmed Xelîl Ebdulkerîm ji Radyo Rojava News re ragiihand ku; Rêvebira Dezgeha UN ya Iraqê  û Rêveberê Dezgehê  Kurdistanê û rêveberê dezgehên Hewlerê serdana hemu dezgahên Kempa Basirma li Hewlerê kirin.

Endama Dezgeha TDH Mihemmed Xelîl Ebdulkerîm got; Civîneke giştî li navenda dezgeha  UN  hate li darxistin,  bi amadebuna Rêveberê navçe, Rêveberê Kempê û Encuman û hemû dezgehê ku li kempê  fermî kardikin TDH –Antrsos- ACF- DRC u UİSEF. Di civînê de  li ser rewşa penaberên Kurdistan hate gotubêjkirin bi teybet jî qutkirina xwarek li ser malbatên penaber.

Xelîl Ebdulkerîm balkişand ser wê yekê ku;  Tişta di vê civînê de eşkere bu “dê rewşa penaberên Rojava yê li Herêma Kurdistanê  berû  xirabunê ve biçê.  Ji ber ku  wek berê guh nayê dayin ji pêvistiyan re û hemen demê karê dezgehên xêrxwazî kêm dibin.  

Ev rewşa  ku xirabê dê ta demek ne diyar berdewa bê.

 

Sinem Bakir