RojavaNews :Nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş bang li welatiyên Qamişlo kir "dev ji welatê xwe bernedin "û got: “Qamişlo hawar dike û bang li xortê xwe dike gelo ta kengî koçberî..”.
Nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandi ye : Bi dilxemgînî Qamişlo rojane xatir ji sedan xortên bajêr dixwaze.. ew xortên ku koçberî cihên dûr dibin û tenê bi sedan çîrokên evîniyê li nava cadayên bajar li du xwe ve dihêlin…erê çiqas dûrbûn zehmete û çiqas veger jî zehmete?
Qamişlo bang li xortê xwe dike “gelo ta kengî koçberî .. ma ezê bi kuve herim…?".
Tê zanîn beriya dû roja hunermendê kurd ê navûdeng Şivan Perwer bi riya nameyekê daxwaz ji xelkê Rojavayê Kurdistanê kir û got " Rojavayê Kurdistanê vala nekin".
Nalîn Hesen
11:29:05
