YPG û DAIŞê li hev kir Dîl a bi hevdure digorin!

YPG û DAIŞê li hev kir Dîl a bi hevdure digorin!

Rojava News: YPGê û DAIŞê îro bi navbeynkariya serokên çend eşîran li hev kir û li gor vê lihevkirinê li derdora Hesekê dîl bi hev re guhertin.

 

Li gor hatiye zanîn;  proseya bihevguhertina dîlên şer di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û rêkxistina Dewleta Îslamî  ya terorîstî DAIŞê de îro pêk hat.

 

Li gor agahiyên ser ajansa;  guhertina dîlên her du aliyan li gundewarên derdora Hesekê û bi navbenkariya mezinên eşîrên ereb û kurdan li deverê pêk hatiye.

 

Li gor agahiyan, di encama vê proseyê de 3 çekdarên DAIŞê ku 2 ji wan Sûrî ne û yê sêyem biyanî ye, li hember de jî 3 şervanên YPGê ku di destê çekdarên DAIŞê dîl bûn, hatin berdan.

 

Hat zanîn, yek ji wan 3 şervanên YPGê ku DAIŞê di şer û pevçûnên li Hesekê dîl girtibûn, serkirdeyekî leşkerî ye.

 

Li ser torên civakî û hinek dezgehên ragihandinî jî çend wêneyên proseya guhertina dîlan di navbera DIAŞ û YPGê de hatine belavkirin.

 

Heta niha bi awayekê fermî amarên dîlên her du aliyan nehatiye ragihandin.