Barzanî: Ferîdûn Ciwanroyî bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî xatir ji jiyanê xwest

Barzanî: Ferîdûn Ciwanroyî bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî xatir ji jiyanê xwest

RojavaNews :Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê koça dawî ya fermandarê Pêşmerge Ferîdûn Ciwanroyî peyamek weşand û got: ”Kak Ferîdûn herdem bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî xatir ji jiyanê xwest, ew dê herdem weke qehremanekî gelê me zindî bimîne.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de xembariya xwe anî ziman û got: ”Mixabin îro gelê me fermandarek aza û pêşmergeyek mandûnenas jidest da ku bo şexsê min jî weke heval û birayek pir ezîz û giranbiha bû.”

Barzanî got: ”Wî mirovê tekoşer hemû jiyana xwe bo xizmeta gel û welatê xwe terxan kir û li sala 1967’ê ve di nav rêzên şereşê de cîh girt, cihê wî di herdu şoreşên Eylûl û Gulanê de diyare. Di sala borî de jî weke fermandar û Pêşmergeyek aza rolek berçav di serkeftina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de li hember terorîstan hebû. Heta henaseya xwe dawî bi dilsozî ma. Kak Ferîdûn bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî xatir li jiyanê xwest. Bîranîna wî weke qehremenaekî gelê me herdem zîndî be.”

Barzanî serxweşî li malbata Cîwanroyî, Pêşmerge, Serkirdetiya PDK’ê û hemû gelê Kurd re xwest.

 09:30:18