Pêşmerge herî kêm 12 gundên di destê DAIŞê de dorpêç kirine

Pêşmerge herî kêm 12 gundên di destê DAIŞê de dorpêç kirine

Rojava news: Hêzên Pêşmerge ji bo derxistina hinek gund û deverên Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê, dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Li gor agahiyan  hêzên Pêşmerge îro danê sibê ji bo standina hinek gundên bajarokên Daqûq (Kerkûk) û Xurmatû (Selahedîn) yên Başûrê Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê, dest bi operasyoneke berfireh kirin…

Hêzên Pêşmerge zêdetirî 12 gundên di bin destê DAIŞê de dorpêç kirine û xwe amade dikin derbasî nav wan gundan bibin…

Bajarokê Xurmatû girêdayî parêzgeha Selahedînê ya Iraqê û bajarokê Daqûqê jî girêdayî Kerkûkê ye.