Mihemmed Lîyad: 500 raportê nerazîbûna nişteciyê kempa Kewirgosk li ber destê meye

Mihemmed Lîyad: 500 raportê nerazîbûna nişteciyê kempa Kewirgosk li ber destê meye

Rojava News: Berpirsê Encumena kempa Kewirgosk ya penaberên Rojava  Mihemmed Lîyad got;  Em dixwazin pirsgirêka dabeşkirina erzak û pêvistiyên kempê carekedin di ber çava re derbasbikin û çareserbikin”

 

Mihemmed Lîyad di derbarê rewşa kempa de agahî da Radyo Rojava News û got: “Ji berî niha li gor hin amarên dezgeha bi navê WFP (Dezgeha tespitkirina dabeşkirina Pêdiviya li ser penaberan) rêxirava RÊÇ  li ser radestkirina pêdiviyan ji bo hin malbatan hatibû sekinandin.  Û Ew malbatên ku pevistiya wan bi pêdiviyan hebû  ji hemû tiştî bê par man, ev jî bu ciyê nerazîbunê.”

 

Liyad got “Em weku encumen hewl didin da ev biryara ne guncaw an bê rawestandin an jî li ser amarên rasttir bi meşe”

 

Berpirsê Encumenê got; Rêxirava RÊÇ li kempê malbatên ku pêdiviyên xwe karin dabînbikin û nikarin dabînbikin li gor hin amarê WFP tespitkirin û dabeşkirina erzak û pêdiviyan jî li gor wan dataya birêve birin, lê gelek malbatê ku pêvistin bi alîkarî bê par man, ev yek jî bu ciyê nerazîbunê”

 

Balkeşand ser wê yekê ku niha nêzika 500 raportê malbatê  kempa Kewirgosk yê gazinca li ber destê wa ye.

 

Liyanî got; Ji berî 2 rojan em  bi hin nunerê Lecneya  UNHCR re runistin da ev pirsgirêk bêne çareserkirin. Lecneya ku em li gel runiştin ji Bruno Berpirsê Komisyona giştî yê Iraqê, Josef berpirsê giştî yê Herêmê, Fredrîc  berpirsê Giştî yê Hewlerê pêk dihat.

 

Hemen demê got;  Me daxwaz kir ku vê biryarê carekedin ber çava re derbasbikin

 

Tê zanîn ev demeke bersivdayina pêdiviyên li ser kempa kêm buye û hatiye piştguhkirin.

 

Sinem Bakir