Şandek ji PDK-Sê serdana leqê du yê PDK kir

Şandek ji PDK-Sê serdana leqê du yê PDK kir

RojavaNews :Şandek ji Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-Sê serdana berpirsê leqê du yê Partiya Demokrata Kurdistanê PDK li Hewlêrê kir.

Şanda PDK-Sê  bi serokatiya Ebdilhekîm Beşar endamê Mekteba Siyasî bû û ji her yek ji endamên Komîteya Navendî Kawa Azîzî, Nûrî Birîmo û Seîd Omer pêk dihat. Her wiha şanda PDK-Sê ji aliyê berpirsê leqê du yê PDK Elî Hisên  û Karwan Celal  hatin pêşwazîkirin. 

Nûrî Birîmo endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ji Rojava News re got:" Di heyama serdanê de behsa rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê, rewşa penaberan û qyrana darayî hate kirin, her wiha şerê DAIŞê li dijî Herêma Kurdistanê beşekî din bû yê wê civînê."

Ji aliyê xwe ve jî endamê Mekteba Siyasî Ebdilhekîm Beşar tekezî li ser wê yekê kir ku mabûna serok Barzanî di vê qonaxa hestiyar de pêwîstiyeke.

23:32:18