RojavaNews - Kobanî: îro danê nîvro topeke hawin li cadaya 48 an ya li Kobanî teqiya û di encam de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyek taybey ji RojavaNews re got ku îro nîvro welatiyek bi nave Mistefa Tirşikî şehîd ket û 4 kesên din jî birîndar bûn bi teqîna topeke Hawinê.
Li gorî heman Çavkaniyê ew top yek ji gelek topên ku DAIşê avêtibû ser bajar û ew ne hatibûn teqandin.
Nalîn Hesen
00:25:11
