RojavaNews :Şelal Gedo endamê komîteya leşkerî ya Îtîlafa Sûriyê got ku komîteya erkdar ji Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê nêzîkî avakirina encumena leşkerî ya nû dibe.
Gedo ji malpera Pdk-s re lêzêde kir û got:"Ev biryar piştî çend hevdîtinên şêwirdarî hat ku di navbera wan û piraniya fesyîleyên leşkerî û di nava wan de encumena leşkerî ya ENcumena Niştîmaniya Kurdî ENKSê ya li Kobanî."
Gedo got ku ew komîte çaverê ye ku li ser vê pirsê serdana Herêma Kurdistanê bike û hevdîtinan bi serkirdeyên Pêşmerge yên Kurdistana Sûriyê pêk werîne.
10:16:28
