RojavaNews :Balafirên Hevpeymaniya navdewletî duh, cih û çeperên rêxistina DAIŞê li derdora Çiyayê EbdElazîzê li gundewarê Hesekê da ber bombeyan, di encamê de kuştî û birîndar ji terorîstên rêxistina navborî hene, lê hejmara wan nehatiya diyarkirin.
Li gorî zaniyariyên hatine bidesxistin, di heman rojê de, şer û pevçûn di navbera Çekdarên YPG û terorîstên DAIŞê li bajarokê TilBerkê derket û di encam de DAIŞê pêş ve çû û destê xwe danî li ser henek xalan.
Ji aliyekî din ve, Tevî ku PYDê dibêje, “Şoreşa 19ê Tîrmehê” lidarxistiye û Xweseriya Demokratîk ragihandiye, lê hat zanîn ku wezîrê pêşesaziya hikumeta bi ser rêjîma Esed ve beriya du rojan seredana Parêzgeha Hesekê kir û bi berpirsên birêveberiyên wê bajarê civînek berfireh lidarxist.
Lana Mihemed
11:45:25
