“Kurd neçar dibin berê xwe didin penaberî Ereb û kiristiyan li hemen devera dimînin”

“Kurd neçar dibin berê xwe didin penaberî Ereb û kiristiyan li hemen devera dimînin”

 

Rojava News: Bi biryara Encumena Kurdî li Suriye Roja pêşemmê (5 ê 9 2015)  li sertanserê Rojava yê Kurdistanê nerazibuna le dijî valakirina deverê kurdî xwepêşindan têne lidarxistin.

Derbarê valakirina Rojavayê Kurdistanê de Cedan Alî Berpirsê Nunergeha Encumena Kurdî  yê herêma Kurdistanê  lêdwanek teybet da Radyo Rojava News û got;  “Ji Rojavayê Kurdistane jimareyeke mezîn berê xwe didê rêyên metirsî ji bo biçin Evropa, ji ber vê yekê jî  herêmê Kurdî  ber bi valabunê  diçê.”

Cedan Alî sedemên koçkirinê ji anî ziman û got; Sedemen bingehî;  xwûnmijiya rejima Esad,  dirêjkirina şerê navxweyî li Suriye , ji 300 hezarî bêtir kuşti, aboriya xirab, nebuna xorek û pêvistiyan,  rê li ber çû nê vedike û di hêlê ku xelk ji welat birevin.”

Û got; Herem perçe buye, hin dever di bin kontrola DAİŞê, hin cîh dibin kontrola El Nusra û  hêzêndin de ye, li deverên kurdî jî rewş xirabe. Ji ber kiryarên rejimê Bingeha jiyanê  nemaye, meaş tunne,  şune kargeh û karkirinê vêranbune,  pêvistiyê jiyanî  nayên peydakirin, ger hebin jî aborî tunneye.

Bi teybet li deverên Kurdî jî salariya PYDê ya dibin navê "Xweseriya Demokratîk" de ku heye mixabin bi biryarên çewt astengiyên mezin ji xelkê re avadikê.

Herweha balkeşend ser leşgeriya neçarî ku metirsiyek mezin di dilê xelkê de avdikê û got  “Li Herêmê PYDê ji bo leşgeriya Neçar xorta digrî  ji 18 salî ta 30 salî û aniha  jî sînor kirine 18 ta 35 salî.  Û PYDê bi biryarên xwe astengiyan Ji xwendekaran, mamusta, û hemu pêkhateyên Kurdî re li Rojava çêdikê,  dihêlê ku xelk êdî tu berjivendiyê xwe li wir nebînin.  Di hêlê ku millet bi tirs bê, dê û bav nikaribin amanê bistînin da zarokê xwe bi ciyekî ve rêkin, ji ber ku çalakvan, sivil, siyasî têne girtin, ev nerehetî dibe sedem ku xelk   mal û warê xwe berden  berê xwe bidin cîhêdin.

Got; “ya herî girîng ji bo demên nêzîk tu çareserî li ber çavê wan ne diyarê, berê xwe didin koçberiyê  ku encamê wê jî ne diyare çi bi serê wan de bê. Berê xwe didin avên bi metirsê ku her roj bi sadan mirov binav dibê dimrê, berê xwe didin kemyonên mirişka yê bê henas û bi dehan dimrin. Mirin jî li ber çavê waye, lê disa dikevin wan rêyên bi metirsî.”

Got; “Hemen demê kesên ku ji Himsê, Raqqayê, Helebê Dêrezorê bazdidin tên deverên Kurda bi aramiye kê dihisin û xweşhaldibin, lê Kurdê me ji ber wan kiryaran bi aramî nahisin û direvin.”

Cedan Alî herweha dibêje; Wek hevberki ye  ke biçûk, 2004a Kurdê me li himber kiryarên rejimê berê xwe dan çekan,  35 kes şehit ketin, bi sedan birîndar çêbûn, û gelek kes ketin zindanan, lê tu kesî berê xwe neda koçberiyê, mal û warexwe bi cîh nehêlan. Lê aniha ne wusaye, ji ber ku di navbera  2004 û 2015a de rejim hatiye guhartin, îdareya xweseriya demokratik  şuna rejima Esad girtiye û ev guhartin bedêla ku rehetiyê aramiyê ji kurda re avabikê, mixabin buye cihê nerehetî û nearamiyê, lê li himber vê  yekê ji hemen herêm  bo krîstiyan û ereba jî buye ciyê rehetî û aramiyê.

 

Di axaftina xwe ya dawî de got; Wek encumena Giştî ya Kurdî me di ciwata xwe de biryar girtiye roja pêşemmê (5-9-2015) li sertanser Roajavayê Kurdistanê pêvajoya xwepêşandana li beranber nerazîbuna valakirina herêmê, xwepêşandana bidin destpêkirin, di bin diruşma “Na ji Koçberiyê”

Sinem Baki

 

13:19:21