Çiyagerê Kurd derkete ser perçeyek ji Çiyayên Hîmalaya bilinde.

Çiyagerê Kurd derkete ser perçeyek ji Çiyayên Hîmalaya bilinde.

RojavaNews :Çiyagerê Kurd Loqman Ebaszade derkete lûtkeya Xan Tanger ê 7010 metre bilindahiyê ku beşek li Çiyayên Hîmalaya ye.

Çiyager Loqman Ebaszade xelkê bajarê Şino yê rojhilatê Kurdistanê ye. Ji aliyê Kazakîstanê ve derkete lûteya Xan Tanger ku evder perçeyek ji Çiyayên Hîmalaya ye û 7010 metre bilinde.

Malpera Fermî ya Werzîşvanên Şino jî ev serkeftina çiyagerê Kurd weşandin û diyar kirin ku jiber rewşa xirap a hewayê di çend salên borî de ti kesî nekariye derkeve vê bilindahiyê.

Li gor gotinên Rêveberê Werzîşa Şino Rehîm Teymûrî, Ebaszade ji bo bikare vê bilindahiyê 37 rojan li Kazakistanê maye. Di vê navberê de 3 caran hewl daye derbikeve lûtkeya çiya lê ji ber rewşa hewa paşde vegeriyaye. Lê di dawî de kariye xwe bigehîne serê vê girê.

Jiber vê serkeftinê doh li bajarê Şino merasîma rêzgirtinê ji bo çiyagerê Kurd hate sazkirin û werzîşvanên Şino jî beşdarê vê merasîmê bûn.

09:31:23