Li Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandan li dijî koçberiyê hatin lidarxistin

Li Rojavayê Kurdistanê, xwepêşandan li dijî koçberiyê hatin lidarxistin

Rojava News: Serokê ENKSê: “Xwepêşandanên me li dijî Koçberî û siyasetên Rêveberiya Xweserin.”


Doh 5 îlonê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) xwepêşandan li çend bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê li dijî pêla koçberiyê li dar xistin.


Li Qamişlo gelek serkirdeyên ENKSê di nav wan de Serokê ENKSê Ibrahîm Biro û hejmarek ji welatiyên bajar xwepêşandan birêve birin. Bi mebesta rêgirtinê li pêla koçberiya ji welat. Di heman demê de gelek siloganên li dijî hin siyaset û kiryarên Rêveberiya Xwesr jî hatin hildan wek “Na bo Leşkeriya Neçar”.


Di gotara xwe de Serokê ENKSê Irahîm Biro daxwaz ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku ew welat bi cî nehêlin û koçber nebin. Herwiha daxwaz kir ku sedemên koçberiyê bêne çaresekirin. Wek “Leşkeriya Neçar”. Biro gunehê vê koçberiyê danî ser milêTevgera Civata Demokratîk TEV-DEM.


Ji aliyekî dinve hin serkirdeyên ENKSê ragihandin ku ev xwepêşandan tên hole bi mebesta şermezar kirina siyasetên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê.


Sekreterê Partiya Wekhevî û Cîgirê Serokê ENKSê yê berê ji dezgehên ragihandinê re ragihand: “Ev xwepêşandan bi biryara ENKSê ye û li dijî koçberiya ji welate. Heger rêkeftina Duhokê bihata cîbicî kirin ji aliyê TEV-DEMê de ev koçberiya niha wê tineba.”


Herwiha alîgirên ENKSê li bajarên Serê Kaniyê, Amûdê, Dibêsiyê û Tiltemrê di heman demê de xwepêşandan birêve birin. Lê bajrê Hesekê Xwepêşandan bo roja sibe 6 Eylûnê hatin lipaşxistin bê ku sedemên vê yêkê bêne diyar kirin.

 

09:47:13