Rojava News: Îro sere sibehî (6-9-2015) grubek ji Qamişlo ku dixwest derbasî bakurê Kurdistanê bibin, li ser sînor ji aliyê cendirmeyên Tirka ve hatin gulebarankirin, û di encamê de xortekî ciwan yê kurd hate şehitkirin.
Îro sere sibehî zû hêjmarek nişteciyên Qamışlo yê kurd dema xwestin sînorê Qamişlo- Bakurê Kurdistanê derbasbikin rastî gulebarana cendermeyên Tirka yê li ser sînor hatin.
Di encamê gulebarandina cendermeyên Tirk Xortekî ji qamişlo devera Qudurbegê hate şehitkirin û hemen demê jî , jinek û zilamekî din yê hemen deverê birîndarketin.
Li gor hatiye zanîn di grubê de jin û zarokjî hebûne.
Xortê Şhid ketî û her dû birîndar rakirin nexwexaneya Qamişlo
Sinem Bakir
13:30:23
