Li gundewarê Babê DAIŞê du welatiyên Kurd bidarvekirin

Li gundewarê Babê DAIŞê du welatiyên Kurd bidarvekirin

RojavaNews :Rêxistina tunderew ya bi nave DAIŞê du welatiyên Kurd li gundewarê Babê bidarvekirin.

Li gorî agahiyên hatine bidesxistin, roja şemiya borî DAIŞê welatiyekî Kurd yê bi nave Mihemed Xalid Baqî li gundewarê Babê bi tometa ku peywendiyên wî bi partiyên siyasî yê Kurdî hene bidarvekir, herweha û di heman rojê de DAIŞê welatiyekî din yê kurd ku nave wî EbdElcelîl Temo ye bi tometa ku wêneyên cejina Newrozê di mobaila wê de bûn bidarvekir.

Ew herdu kes li qada Setir li Babê hatin bidarvekirin û wê termê wan ta 3 rojan bimîne bidar vekirî.

Hat zanîn ku ew herdu welatiyên kurd ji gundê Şidodê ne yê bi ser devera Babê, û ew ji aliyê DAIŞê hatibûn girtin mina gelek welatyên din yên kurd ku ta niha di destê DAIŞê de ne.

Hêjaya gotinê ku beriya çen rojan jî DAIŞê welatiyekî din yê Kurd ku navê wî Xalid ElHac Xalid bû, û jî gundê Şidodê bû bidarvekir.

Nalîn Hesen

11:44:02