Efrîn.. çekdarên PYD êrîşî civînek PDK-Sê kir û serkirdeyê wê girt

Efrîn.. çekdarên PYD êrîşî civînek PDK-Sê kir û serkirdeyê wê girt

Rojava News- Efrîn: jêderkî berpirs ji rêxistina Efrîn ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê PDK-Sê ji Rojava News re got: "ku çekdarên PYD êrîşî civînek PDK-Sê li navçeya Raco kir û serkirdeyekî partiya me û xwediyê mala ku civîn lê hatibû lidarxistin li gel xwe birin û girtin".

Navborî lêzêde kir ku: "îro sibehê demjêmêr 10.15, girupek çekdarên PYD ku hejmara wan 15 kes bûn êrîş birin ser civînek PDK-Sê li gundê Şêx Bila ya bi ser navçeya Raco li bajarê Efrînê, û di encam da ew civîn bi dawî kirin û her yek ji endamê komitiya navandî ya PDK-S EbdElrehman Apo û xwediyê mala ku civîn lê hatibû lidarxistin yê bi navê Mihemed Alî Bilal girtin û ew birin cihekî nenas".

Heman jêderî gotina xwe bi dawî kir û got: "di dema ku herdû partî PYD û Elwihdê bi kampaniyan jo bo helbijartênin şaradariyê radibin û dibêjin ew demoqratî ne , ew rê li ber me digrin û nahêlin em karê xwe bikin".

Lana Mihemed

12:16:52