PYDê biryar da ku dest deyne li ser malên ku ji Rojavayê Kurdistanê koçber dibin

PYDê biryar da ku dest deyne li ser malên ku ji Rojavayê Kurdistanê koçber dibin

RojavaNews :Partiya PYDê biryar da ku dest deyne li ser malên ku koçber dibin û nabe ew mal bên kirîn û firotin

Malpereke  partiya PYDê duh belav kiriye ku duh desteya zagonsaz ya rêveberya bi ser partiya PYDê civînek pêk anî û di wê cvînê de biryar da ku kirîn û firotina mal û milkên ku xwedanên wan ji rojavayê kurdistanê koçberbûne qedexeye

Li gor wê malperê ku êdî wê rêveberya bi ser partiya navborî dest deyne li ser malên koçberbûyê û wan malan ji xwere ji bo rêveberya xwe bikarbîne û bike bingehên dezgehên xwe

Di  hûrgulên wê biryara desteya zagonsaz de hatiye ku hemû girêbest û belgeyên mal û milkan yên di destê xewdanên wan malên koçberbûyê ji aliyê rêveberiya xweser ve aetraf pê nayê kirin û ji bo wê yekê wê komîteke taybet bê avakirin, û wan malan bike dibin xizmeta dezgehên rêveberiya xweserî ya bi ser partya PYDê de.

Lana Mihemed

10:49:15