RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.
Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand ku roja îna borî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 3 caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.
Hat gotin balafiran ew êrîş li derdora bajarê Hesekê û Bokemal Htin encamdan.
Di encama êrişan de yekîneyên taktîkî, navend û wesayîtên rêxistine hatin bombebarankirin.
Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî 22 operasyon li dijî DAIŞê pêk anî
Nalîn
12:45:49
