Rojava News: Hat ragihandin nêzîkî 250 malbatan bi qaçaxî ji Kampa Domîz bi Ewropayê çûne.
Li gora amarên fermî nêzîkî 250 malbat bi qaçaxî ji Kampa Domîz a li Dihokê ber bi Ewropa ve koçber bûne.
Herwiha 150 malbat jî bi awayekî fermî li ser vexwendina endamekî malbatê ku mafê penaberiyê wergirtiye çûne Ewropa.
Lê amarên ku di nava xelkê de têne behskirin kêmtirin ji wê hejmara ku ji kampê kêm bûye, li gora amarên birêvebiriya kampê di nava sê mehan de zêdetirî 10 hezar koçber ji Kampa Domîzê kêm bûne.
10:10:33
