RojavaNews :Çekdarên DAIŞê 26 Efser û Serbazên Artêşa Iraqê yên Kurd li rojhilatê Mûsilê destgîr kirin.
Berpirsê ragihandina Liqê 14 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ragihand: “Çekdarên DAIŞê berdewamin di destgîrkirina ew kesên ku berê karên rêveberî li Mûsilê dikirin.”
Navborî got: “Îro 13 Eylûlê çekdarên DAIŞê li taxa Gogcile li rojhilatê Mûsilê 26 Serbazên Kurd destgîr kirin. Di nav wan de 26 serbazên Kurd de 5 Efserin”
Seîd Memozînî amaje bi wê jî kir: Piştî dagîrkirina bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, ew serbazên Kurd hetibûn girtin. Lê dûvre azad hetibûn berdan. Lê belê çekdarên DAIŞê dîsa ew bi tuhmeta ku wan berî ana xizmet kirine di nav Artêşa Iraqê de destgîr dike.”
