RojavaNews :Bajarê Efrîn yê rojavayê kurdistanê di kirîzeke dabînkirina sûtemeniyê re derbas dibe ku buhayê qenîna Xazî gihiştiuya 5000 leyreyên Sûrî.
ji ber qedexekirina derbasbûna sûtemenyê ji aliyê ketîbeyên artêşa azad ve ,bajarê Efrînê û gundewraê wê di kirîza dabînkirina sûtemenyê de derbas dibe, ku buhayê her litreke madeya benzînê gihiştye 650 leyreyên sûrî û yê ku bi qaçaxî derbas dibe bi 550 leyreyên surî ne.
Herweha û tevî kêmbuna xazê li bazarên Efrînê buhayê qenîna xazê gehiştye 500 leyreyên sûrî.
Li gor welatiyên bajarê Efrînê ku ew sûtemenî ji bajarî Babê yê ku girêdayê bi parêzgeha Helebê ve tînin, herweha madeyên benzîn û xazê ji deverên ku dibin kontrola rêjîm û oposiziyon de dabîn dikin.
Nalîn Hesen
10:25:38
