Rojava News: Grubek penaber dema xwestin bi re ya ne qanûnî li derdora deriyê İbrahim Xelil yê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê re derbasbin aliyê bakur, rastî işkence û kiryarên ne mirovane ya cendermeyên ser sînorê Tirkiyê hatin, yekî Şingalî jî bi kêrran birîndar kirin.
Gruba ku di navde penaberê Rojava û xelkê başurê Kurdistanê 3 kes Şingalî, 3 kes Zaxoyî û 5 kes jî Rojavayî bun bi giştî 11 kes dema ji bo biçin Ewropa di xeta sînor ya nêzîkî deriyê İbrahim Xelil re derbasbûn ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatin girtin.
Ji hemen grubê yekî ku nexwest nave xwe eşkere bike ji Radyo Rojava News re got; “Gruba me 3 kes Şingalî, 3 kes Zaxoyî û 5 kes jî Rojavayî bun bi giştî em11 kes bûn, me dixwest derbasî Ewropayê bibin. Dema em di xeta sînor ya nêzîkî deriyê İbrahim Xelil re derbasî aliyê Tirkiye bûn cendermeyên Tirk em girtin.”
Hemen çawkaniyê got; “Cendermeyên Tirk bi daran û qûndaxên silaxan li me dan, piştî wê jî em tazîkirin, tiştê di berîkame de wek hevî, pere û telefon û hemendemê cilûbergê me hemu şewitandin û carekedin her wusa tazî berê me dan sînorê Herêma Kurdistanê”
Hemen çawkaniyê balkişand ser wê yekê ku kesekî Şingalî jî bi kêrran birîndarkirin.
Sinem Bakir
12:13:31
