Girê Sipî.. bombeyek vedayî teqiya

Girê Sipî.. bombeyek vedayî teqiya

RojavaNews :Li bajarê Girê Sipî bombeyek vedayî teqiya û di encam de tenê zirarên madî bûn.

Duh, êvarê bombeyek vedayî li sentera bajarê Girê Sipî li nêzîkî dibistanekê  teqiya û di encam de zirarên madî gihiştin dîwarê avahiya dibistenê û hin malên li derdorê.

Tê zanîn ku rêxistina DAIŞê berî ku ji bajarê Girê Sipî derkevin bi sedên mayin li nav mal û zeviyên welatiyan çandine ku bûye sedem bi dehan welatî rojane birîndar dibin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin.

10:24:02