Xola Hunermendî ya zarokên Kevregozik bi encam bû

Xola Hunermendî ya zarokên Kevregozik bi encam bû

Rojava News: Dezgeha  Save the Children ya kempa Kevregozik ji bo  xilasbûna  xola çand û huner bawername li ser zarokan belavkir.

 

Xola ku ji aliyê Dezgeha  Save the Children ya kempa Kevregozik  ji bo zarokan da bu destpêkirin ji 3ê beşa pêkdihat,  wekû Musîk, Şano, Dilan ya hunerî   piştî dû mehan bi encam bû.

 

Encam buna xolê ji aliyê dezgehê ve bi şahiyekê hate pîrozkirin û bawenameyê zarokan  hatin radestkirin.

 

Reîsa jin ya kempa Kevregozkê di derbarê wê de ji Radyo Rojava re daxuyand: “Xola çand û huner ya  zarokan di her du mehê ku dibistan di bêhvedanê de bûn domkir û  roja çarşemma borî 16ê îlonê bi encam bû. Xol  di beşê Musîk, Dîlan û Şano de bawernameyên zarokan bi şahiyekê hate radestkirin”

 

Kempa Kevregozik nêzîkî bajarê Hewlerê ye û ji nêzîkî 12 hezar penaberê Rojava re malbendî dikê .

 

Sinem Bakir

11:39:56