Rojava News: Xortekî ji bajarê Qamişlo yê 18 salî ji ber sedêmên nayên zanîn li Nemsa dawî bi jiyana xwe anî.
Xortê kî Kurd yê xelkê Qamişlo 18 salî ku wek penaber çû bû Nemsa li nav kempa penaberên Linzê ku nêzîkî bajarê Viyenna ye, li benda encamê dawa penahiyê bu.
Lê mixabin Ji ber sedemên nayê zanîn xortê bi navê Mahmut Huseyn dawî bi jiyana xwe anî û ji aliyê hin kesêdin ve di xurfa xwe ya kempa penabera de mirî hatiye dîtin.
Li gor hin agahiyan alozî û ne rehetiyên penaberiyê bandora kî nefsî li ser peyda kiriye.
Mahmut Huseyn xelkê devera Hay Qornîş yê bajarê qamişlo bu.
Sinem Bakir
12:43:14
