Dibistana Şufat 450 koli yê xwarinê li kempa Kevregozik belavkir

Dibistana Şufat 450 koli yê xwarinê li kempa Kevregozik belavkir

Rojava News: Dibistana Şufat ya teybet  ji aliye xwe ve roja pênşemma borî  450 koli xwarin li kempa Kevregozkê, li ser  malbatê ku li vê pişka dawî  ya UNê bê par ma bûn belavkir.

 

Serokê Encumena Kempa Kevregozkê  Hemed L iyanî  derbarê vê de ji Rojava News re got: “Dibistana Şufat  450  kolî li ser wan malbatên ku erzak ji ser wan qutbû bû belavkirin.”

 

Herweha Hemed L iyanî  got; Berî niha bi demekê  li  kempa Kevregozik  12  qita yê çadirên kempê ji alîkariyê UNê bê par man, tenê li ser 8 qita alîkarî hate belavkirin. Ji ber wê yekê jî  alikariya ji aliyê Şufat ve hate kirin yekser li ser wan malbatên ku bê par mabûn hate dabeşkirin.

 

Liyanî got;  “Li gor hin sozê ku ji me re hatine dayîn  dê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”

 

Berî niha bi mehekê ji ber   sedemên kêmbuna erzak, li hemû kempan alikarî li ser hin malbata hate qutkirin.

 

Sinem Bakir

12:51:10