RojavaNews :Çekdarên YPG yên bi ser partiya PYD de,duh li Kobanî 20 girtiyên ku têkiliya wan ligel DAIŞê hebûn, serbest berdan.
Li gorî zaniyaryên RojavaNews, ku duh li bajarokê Sirînê yê bi ser bajarê Kobanî ve, YPG 20 kesên ku bi tohmeta têkiliya wan ligel DAIŞê hatibûn gitin, serbest berdan.
Ew kes serbest hatin berdan bi hinceta bihêzkirina biratiyê û pêkvejiyanê di navbera pêkhatên li wê deverê, û bi boneya salvegera damazirandina Odeya Operasyonên Volkana Firat.
Tê zanîn ku di 13 vê mehê de jî YPG li Sirînê bi dehan girtiyên ku têkiliya wan ligel DAIŞê hebûn, serbest berdan.
Nalîn Hesen
12:10:59
