komeleya Aras alîkarî li bajarokê Çil Axa belavkir

komeleya Aras alîkarî li bajarokê Çil Axa belavkir

RojavaNews :Komeleya Aras ya xêrixwazî selkên xwarinê li ser 400 malbatên bajarokê Çil Axa û devera Aliyan belavkir.

Ew alîkarî ji kel û pelên rojane pêk dihat mîna Birinc, Zeyt, Savar û Nêsk, û dê ev alîkarî ta salekê berdewam bike.

Cihad Ehmed Rêveberê cîbicîkar ya komeleya navborî ji RojavaNews re ragihand ku komeleya wan niha li ser dû piroceyan kar dike , piroceya yekem alîkariya kesên belengaz li deverê, û ya dûyem dabînkirina kar ji wan malbatên belengaz.

Ehmed herweha got ku bi bonya hatina  cejina Qûrbaniyê, em amadakariya xwe ji bo lidarxistina ahingan bi mebesta dilxweşkirina zarok û kesên kêmendam dikin.

Komeleya Aras ya xêrixwazî berî dû salan hat damezirandin û ta niha gelek alîkarî pêşkêşî xelkên deverê kirine .

Nalîn Hesen

08:53:40