Pêşmergeyekî rojavayê kurdistanê di ava zabê de jiyana xwe ji dest da

Pêşmergeyekî rojavayê kurdistanê di ava zabê de jiyana xwe ji dest da

RojavaNews :Pêşmergeyê rojavayê kurdistanê di ava Zabê jiyana xwe ji dest da

Beriya dû rojan, Pêşmergeyê rojavayê kurdistanê yê bi navê Mehemd Dilî di ava Zabê li devera Şeqlawa ya bi ser Hewlêrê ve jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku hatina bi dest xistin ku di dema ku pêşmergeyê rojavayê kurdistanê Mehemd Dilî di ava Zabê de melevanî dikir di avê de xenqî û jiyana xwe ji dest da

Adil Dîlanî serokê encumena kampa Basêrma ji Rojava News ragihand, ku wan dû Binavzan şandina dago li termê wî bigerin, lê ta niha wan termê Mehemed nedîtina.

Pêşmergeyê navborî xelkê bajarokê Çil Axa ye, û li kampa Basêrma ya penaberên rojavayê kurdistanê ya bi ser Hewlêrê ve rûdinişt.

Nalîn Hesen

10:34:43